Qanûna ji bo rakirina parêzbendiyan ji hêla Erdogan ve hat erêkirin
Erdoganî qanûna ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran erê kir. Piştî Erdoganî wê qanûnê erê kir, îro di rojnameya fermî de jî hat weşandin.

Qanûna ji bo rakirina parêzbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin, hat erêkirin û îro di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
20ê Gulanê de di dengdana ku li meclisê hat kirin de 376 parlementeran dengê erênî bi kar anî, 140 parlementeran jî wê qanûnê red kiribûn û dengê neyînî dabû.
Piştî ku teklîfa qanûnê li meclisê hat qebûlkirin, ji bo erêkirinê şandin ji Serokomar Erdogan re. Erdoganî duh êvarê wê qanûnê erê kir, qanûn ket merciyetê.
Li gorî wê yekê piştî erêkirina qanûnê divê di nav 15 rojan de dosyeyên parêzbendiyan ku li Lijneya Makeqanûnê, Serokatiya TBMMê, Wezareta Dadê û Serokwezîrtiyê ne, di çarçoveya biryarên hatine hilanîn de wê radestî saziyên berbirsyar werin kirin.
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.