Pûtîn: Em ê li Sûriyeyê bi kurdan re bixebitin lê em ê ji bo wan çekan rênekin
Serokê Rûsyayê, Vladimîr Pûtînî eşkere kir ku Rûsyayê ji bo hêzên kurdan ên li Sûriyeyê çek rênekirine û divê Tirkiye bi vê yekê nekeve di fikarê de.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Pekîna paytextê Çînê li Frorûma Rê û Nifşan axivî.
Pûtînî eşkere kir ku hêzên kurdan ew hêz in ku li dijî DAIŞê şerî dikin, ew ê di şerî de bi wan re di têkiliyê de bin ku [hêzên kurdan] û leşkerên Sûriyeyê nekevin bedena hev.
Li gor nûçeya Spûtnîkê, Pûtînî gotiye hêzên kurdan ne hewce ne ku Rûsya ji bo wan çekan bişîne.
“Em ê wek wan welatên dî nekin û ji bo komên kurdan çekan neşînin. Ew jî bi taybetî ne hewceyî çekên me ne. Ji xwe wan hin çavkaniyên dî yên çekstandinê hene.
“Ez nafikirim, tiştek hebe ku pê Tikiye bikeve di fikarê de.
Herêmên Ewle
“Ya rastî niho tiştê herî giring parastina agirbestê ye. Ji xwe heke agirbestek nebe li Sûriyeyê rêya çareseriyeka siyasî dê nebe.”(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.