Pûsûlayên dengdanê amade ne

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo hilbijêrên li derveyî welatî pûsûlayên dengdanê hatine çapkirin. Ji bo hilbijêrên li Tirkiyeyê jî karmendan duhî dest bi çapkirina pûsûlayan kiriye.
Bixwîne - YSKyê lîsteya namzetan a parlamenteriyê aşkere kir
Rêzkirina nav û wêneyên berbijarên serokkomariyê bi vî awayî ye:
Di rêza yekem de berbijarê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Muharrem Înce, di rêza duyem de berbijara Partiya ÎYÎyê(Partiya Bay) Meral Akşener, di rêza sêyem de berbijarê Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) Recep Tayyip Erdogan, di rêza çarem de berbijarê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattin Demirtaş, di rêza pêncem de berbijarê Partiya Saadetê(Partiya Bextewariyê) Temel Karamollaoglu û di rêza paşiyê de jî berbijarê Partiya Vatanê(Partiya Welatî) Dogu perînçek heye.(EKN/FD)