Xwenîşandanên Hong Kongê
Polîsekî çek li xwenîşanderan rast kiriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji meha Hezîranê ve li Hong Kongê welatî dewletê protesto dikin. Polîsan bi ava şidandî midaxeleyî polîsan dikirin û polîsekî duhî çeka xwe derêxistiye.
Li Hong Kongê bi hezaran kes ji ber yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin dest bi çalakiyên protestoyî kirine. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya Tayvan û Çînê bêne şandin.
Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin.
Bixwîne - Li Hong Kongê xwenîşander çûne balafirgehekê û seferên balafiran sekinandine
Li gor nçeyên li medyaya Çînê hatîn weşandin polîsan ji nêzîk ve demanceya xwe li xwenîşanderan rast kiriye. Ji destpêka xwenîşandanan heta niho cara yekem e ku polîsan çek li xwenîşanderan rast kiriye.
(PT/MB)