Polîsan xwenîşanderên wêneyê Ozalça û Gûlmenê li ser tîşortê wan bû desteser kirin
Ozakça û Gûlmen di greva birçîbûnê de ne. Polîs piştevanên wan jî desteser dikin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
90 roj in ku herdu dersdêrên bi navê Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça di greva birçîbûnê de ne. Herdu dersdêr bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatibûn avêtin ji bo ew li karê wan bêne vegerandin wan dest bi grevê kiribû.
Nafel Aslan û Celal Akgûn li navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê xwenîşandanekê pêk tîne û bi vê yekê piştgiriya Ozakça û Gûlmenê dikin.
Ji ber ku wêneyê Ozakça û Gûlmenê li ser tîşortên xwenîşanderan hene polîsan ew desteser kirin.
Parêzerê xwenîşanderan Engîn Gokoglûyî ji bianetê re got polîsan biryar daye xwenîşanderan desteser bikin û dest dane ser tîşotên wan.
Xwenîşanderên desteserkirî piştî îfade dayîn serbest hatin berdan. (AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
3 Cotmeh 2023

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
20 Îlon 2023

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
5 Îlon 2023

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
13 Hezîran 2023

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
27 Sibat 2023
