Polîsan weşana IMC TVyê sekinand

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan îro odeya kontrolê(rejî) ya IMC Tvyê, di dema weşana zindî de mor kir.
Xebatkarên RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) jî digel polîsan di nîvroyê de weşana IMCyê sekinand.
Xebatkarên IMCyê di weşana zindî de li sitûdyoyê kom bûn û sloganên ‘’çênabe çapemeniya azad bê bêdengkirin’’ gotin.
Koordînatorê weşana IMCyê, Faruk Erenî got:
‘’Di dîroka çapemeniyê ya vî welatî de, bûyera herî reş e. Gelek rojnameger hatin kuştin, avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, ev hemî bûyerên diltezîn bûn. Lê di yek dermê de bêdengkirina hemî dengên mûxalif ji hemîyan diltezîntir e. ‘’
IMC TVyê di yekê Gulana 2011ê de dest bi weşanê kiribû. TURKSATê weşana wê di 26ê Sibatê de sekinandibû. IMCyê weşana xwe li ser Hot Birdê didomand. (ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
