Polîsan Ugur Kurt kuşt dadgehê biryar da, Wezareta Navxweyî dê tazmînatê bide malbata wî
Dadgeha Îdareyê ya 3. biryar da ku di kuştina Ugugr Kurtî de hemîya qusûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye û divê wezaret 734 hezar Lîreyan bide malbata Kurtî. Wezaretê îtiraz kir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Îdareyê ya 3. biryar da ku di kuştina Ugur Kurtî de hemîya qusûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye û divê wezaret 734 hezar Lîreyan bide malbata Kurtî. Wezaretê îtiraz kir.
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku çênabe wezaret wek berpirsa bûyerê bê dîtin. Parêzera Ugur Kurtî, Asli Kazanê jî eşkere kir ku tezmînat kêm e û ew ê zêdetir bixwazin.
Di 14ê Adara 2014ê de dema Ugur Kurt li Cemgeha Okmeydaniyê bûye, polîsekê bi navê S.K. lê reşandiye.
Dadgehê di dema bûyerê de salek û 8 meh cezayê girtinê dabû polîsî û paşê ew ceza wek 12 Lîreyan hatibû guhertin.
Li gor nûçeya Ismaîl Saymazî ya di Hûrriyetê de Dadgeha Îdareyê ya 3. biryar daye ku hemiya qusûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye.(BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.