Polîsan di lêpirsîna Thodexê de 62 kes desteser kirine
Polîsan di lêpirsîna ku ji bo Thodex, borseya pereyên krîptoyê de li 8 bajaran operasyon dane destpêkirin. Ji 78 kesan 62 kes desteser kirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enedoluyê derbarê Thodex, borseya pereyên krîptoyî de lêpirsînname daye destpêkirin. Serdozgeriyê ji bo 78 kesan biryara desteserkirinê daye.
Polîsan li gorî vê biryarê li 8 bajaran bi ser malan de girtine û 62 kes desteser kirine.
Polîsan her weha dest danîne ser gelek kelûpelên dijîtal û dokumanan. Ji bo zeftkirina 16 kesan polîs lêgerînên xwe dewam dikin. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.