Polîsan deriyê Hayatin Sesîyê mor kir

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan deriyê kontrolê(rejî) yê Televizyona Hayatin Sesîyê mor kir û weşana wê ya li ser You Tubeyê sekinand. Xebatkarên televizyonê li ser medyaya civakî weşan berdewam kir û gotin ‘’em li vê derê ne, em naçin ti deran û ev roj jî dê biborin.’’
Di 28ê Îlonê de piştî ku TURKSATê weşana Hayatin Sesîyê sekinandî wê weşana xwe li ser You Tubeyê dikir.
Piştî polîsan weşan sekinand xebatkaran ji Periscope û hesabên dî yên civakî weşan berdewam kirin.
‘’Em li vê derê ne ‘’
Endama koordînasyona weşana Hayatin Sesîyê ji bianetê re got:
‘’Ew niho cihê em jê weşanê dikin dikirin. Ji maliyeyê hêj ti kes nehatine û hesab nekirine. Welê dixweyî ku ew ê îro wî karî bikin.
‘’Ji ber ku avahiya me û Evrenselê yek e, wan mor li avahiyê neda bi tenê li odeya kontrolê da.
‘’em li vê derê ne û naçin ti deran.''
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
