Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gel de girt
Li Mecîdiyekoy a Stenbolê polîsan li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel û Navenda Çandê ya Îdîlê ku li Okmeydaniyê ye operasyon pêk anî.

Polîsan bi ser avahiya Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ya li Stenbolê de girt.
Li gorî agahiyên ku HHBê dane bianetê, niha li buroyê parêzer Betûl Kozagaçli, Berrak Çaglar, Dîdem Unsal û Seda Şaraldî hene.
HHBê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de wiha got: “Niha ji aliyê polîsan ve bi ser buroya me de tê girtin. Hûn çi bikin jî em ê ji bo gelê xwe yê di 6ê Sibatê de hatin qetilkirin daxwaza xwe ya edaletê bidomînin! "Em ji bo piştgiriyê bang li hemû hevkarên xwe dikin.”
Di operasyona ku li Navenda Çanda Îdîlê ya li Okmeydaniyê hat lidarxistin de 3 kes hatin desteserkirin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.