bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Plakfiroş: Ez ditirsim lê dîsa jî dixwazim bi we re bijîm
Plakfiroş Leeyê ku li Stenbol Tophaneyê bi bahaneya 'di meha remezanê de eraq vedixin' rastî êrişê hatibû, eleqeyeke mezin nîşanê wî tê dayîn.

Ji bo nûçeya Tirkî
Xwediyê dikana Velvet Indieground Plakfiroşê Seugo Lee ku koreyî ye û li Stenbol Tophaneyê bi bahaneya 'di meha remezanê de eraq vedixin' rastî êrişê hatibû, ji Kovara Otê Işil Çimen û Nurhak Kaya re axivî.
Leeyê 42 salî ragihand ku piştî êrişê eleqe û piştgiriyeke mezin bo wî tê dayîn û ew ji ber eleqeya mezin êdî aciz bûye.
Leeyî derbarê mijarê de wiha got: 'Ez gelek aciz im. Ez miroveke di halê xwe de me. Min dixwest ku ez wisa jî bimînim. Ez ji ber bertek û eleqeya mezin gelek aciz bûme.'
Lee dibeje ku gelê misilman bi rûmet û qedirbilind e û li hemberî wan ew naxwaza ku feraseta wî biguhere û wiha got:
'Ez naxwazim vê feraseta xwe biguherînim. Stenbol êdî bûye bajarê min. Ez bitirsim jî dîsa dixwazim li vir bijîm.'
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.