Piştî Newroza Îzmîrê 6 kes hatin girtin
Li Îzmîrê ji 35 kesên ku hatibûn desteserkirin jê 6 kes bi iddiaya ku "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Her weha 29 kes jî bi biryara kontrola edlî serbest bûn.

Li Îzmîrê di 17ê Adarê de Newroz hat pîroz kirin. Piştî pîrozbahiyan di roja Duşema 18ê Adarê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û 35 kes desteserkirin. Kesên desteserkirî duh(19ê Adarê) birin dozgeriyê.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 35 kesên ku şandin dozgeriyê jê 6 kes bi daxwaza girtinê û 29 kes jî bi daxwaza kontrola edlî şandin dadgehê.
Her weha ji wan 6 kes bi iddiaya ku "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin, 29 kes jî bi biryara kontrola edlî serbest bûn.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.