Pirtûka Selahahattîn Demîrtaşî ji bo xelata ‘Médicis’ê wek endam hatiye nîşandan

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Demîrtaşî pirtûka xwe ya bi navê ‘Seher’ di girtîgehê de nivîsîbû. Pirtûka Demîrtaşî li Fransayê ji bo xelateke herî biprestîj a bi navê ‘Médicis’ê wek endam hatiye nîşandan.
Xelata médicisê xelata edebîyatê ye. Amadekarên xelatdayinê hewl didin xelatê bidin wan nivîskaran ku zîrek in, hîn bi nav û deng nebûne yan jî bi ti awayî nehatine cîyê ku heq dikin.
Selahattîn Demîrtaş, hevserokê kevin ê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), pirtûka xwe ya bi navê Seherê di girtîgehê de nivîsîbû. Pirtûka wî li Fransayê ji bo xelata edebiyatê Médicineyê wek endam hatiye nîşandan. Médicine yek ji xelatên edebiyatê a herî biprestîj tê pejirandin.
Pirtûka ku bi navê ‘Seher’ ji weşanên ‘Dipnot’ê derketibû li Fransayê ji alîyê Julien Lapeyre de Cabanes ji bo Fransizî hatibû wergerandin û bi navê “L’Aurore” ji weşanên Emmanuelle Collas derketibû.
Xelata Médicineyê, Gala Barbisan û Jean-Pierre Giraudoux di 1ê Nîsana 1958n de dane destpêkirin. Vê xelatê didin roman û çîrokên nivîskarên zîrek ku yên hîn bi nav û deng nebûne yan jî bi ti awayî nehatine cîyê ku heq ikin.
Demîrtaş jî yek ji 10 nivîskarên endam ên xelata Médicineyê a nivîskarên biyanî ye.
10 nivîskarên endamê xelata biyanîyan ev in:
* Selahattin Demirtaş, Seher
* Zadie Smith Swing, Time
* Javier Cercas, Şahê Sîberan
* Rachel Kushner, The Mars Club
* Jon Kalman Stefansson, Asta
* Horacio Castellanos Moya, Moronga
* Peter Stamm, Bêxmîya şêrîn a Dinê
* Zoe Valdes, Désirée Fe
* Brad Watson, Miss Jane
* Yiyun Li, Hevalê min can ê jiyana min, Ji jiyana te ji te re dinivîsim
10 endamên ji Fransayê:
* Pierre Guyotat, Gêj
* Emmanuelle Bayamack-Tam, Arcadia
* David Diop, Bira rûh
* Nina Bouraoui, Helbet Her Mêr Dixwaze Bizanibe
* Nicolas Mathieu, Piştî Wan Zarên Wan
* Sophie Daull, Piştî Pêlava Mezin
* Fanny Taillandier, Ji Nava Ekranên Dinê
* Franck Maubert, Ava Diherike
* Carole Fives, Heta Berbangê Bisekine
* Philippe Lançon, The Lambeau
* Pauline Delabroy-Allard, Sehrayê Vedibêje
* Catherine Poulain, Dilê Spî
Di Derheqa Xelata Médicisê de
Xelata Médicisê (Prix Médicise) di 1ê Nîsana 1958an de Gala Barbisan û Jean-Pierre Giraudoux dane destpêkirin.
Xelat bi armanca ku xelata bidin roman û çîrokên nivîskarên zîrek ku yên hîn bi nav û deng nebûne yan jî bi ti awayî nehatine cîyê ku heq dikin. Piştre xelat veqetîyaye sê beşan:
- Médicis français: Ji ewil ve, xelata ku didin nîskarên Fransiz Médicis. Xelata Nivîskarên Fransiz (1970)
- Médicis étranger: Ji 1970yan û vir de, Xelata ku didin nivîskarên biyanî
- Médicis essais: Xelata Médicisê a didin ceribandinan, ji sala 1985an û vir de ye.(EKN/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye kurdî.