Pinar Aydinlara ku bi posterê Seyît Riza derket ser dikê, hat desteserkirin
Hunermend Pinar Aydinlar di bernameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Yanîkapiyê de bi posterê Seyît Riza derketibû ser dikê. Derbarê Aydinlarê de lêpirsîn hat detpêkirin û piştre hat desteser kirin.

Hunermend Pinar Aydinlar di bernameya bi navê "Tunceli Kültür Buluşmaları(Hevdîtinên Çandî yên Dêrsimê)" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku li Yanîkapiyê li dar xist, bi posterê Seyît Riza derketibû ser dikê. Aydinlar hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya AAyê, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Aydinlar û rayedaran de bi îdiaya ku "pesnê sûc û sûcdar dane" lêpirsîn da destpêkirin.
Aydinlarê piştî lêpirsînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ew hatiye desteserkirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.