Pêşnûmeya Idlibê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî kirin
Derbarê êrîşa li bajarê Idlibê ya Sûriyê ku tê îdiakirin bi çekên kimyewî pêk hatibû DYA, Îngiltere û Fransayê pêşnûmeyek pêşkêşî KENYyê kir ku daxwaza şermezarkirinê û lêpirsîna êrîşê tê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DYA, Îngiltere û Fransa ji bo ku êrîşa li ser Idlibê ya hat îdiakirin bi çekên kimyewî pêk hatiye bê lêpirsîn û bê şermezarkirin pêşmûne careke din pêşkêşî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) kir.
Nûnerê Daimî yê Îngiltereyê li Neteweyên Yekgirtî Matthew Rycroft li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Mîrnişîna Yekbûyî, DYA û Fransayê pêşnûmeya ku êrîşa Idlibê şermezar dikin û daxwaza lêpirsînê dikin ‘nû kirine’ û li endaman belav kirine.
With US & France, UK has circulated revised draft resolution on #Syria condemning CW attack & requiring full cooperation with investigation
— Matthew Rycroft (@MatthewRycroft1) 11 Nisan 2017
Piştî ku di êrîşa li Idlibê de nêzîkî 100 kes miribûn 3 pêşnûme pêşkêşî KENYyê hatibû kirin. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.