Parlementerê CHPê Tanrikulu li dijî rakirina parêzbendiyan serî li DMyê da
Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu li dijî rakirina parêzbendiya parlementeran serî li Dadgeha Makeqanûnê da û xwest ku qanûn were betal kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu li dijî rakirina parêzbendiya parlementeran serî li Dadgeha Makeqanûnê da.
Sezgîn Tanrikulu di serlêdanê de ji dadgehê daxwaz kir ku qanûna derbarê rakirina parêzbendiya wekîlan de ya li meclisê hat çêkirin, betal bike.
Tanrikulu diyar kir, ya ku wî kiriye serlêdana ferdî nîne û wî di çarçoveya madeya 85. de mafê xwe yê îtirazkirinê pêk aniye.
Tanrikulu derbarê serlêdana ferdî de jî got: ‘Hêj rewşeke mexdûriyetê li holê nîne, ji ber vê me serlêdana ferdî nekir.’
(YY/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.