Parka fînmasiyan a li Marmarîsê bi temamî hatiye girtin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Marmarîsê, navçeya Mûglayê Parka Onmega Dolphinê bi temamî hatiye girtin. Demeke berê liv ir pênc fînmasî ango delfîn miribû.
Onmega Dolphin Park ji bo kêfê û terapiyê hatibû vekirin.
Li dijî bikaranîna fînmasiyan Platforma Azadiya ji bo Fînmasiyan (YOP) û Komîteya Çavdêriya li Mafên Ajalan (HAKIM) dest bi têkoşîneke hiqûqê kiribûn û di encamê de jî park hatibû girtin. Lê Wezareta peywendîdar ti ceza nedabû xwediyên parke.
Derketibû holê ku hin platformên li avahiyê bêyî destûra qanûnî hatine çêkirin û doz li dijî vê jî hatibû vekirin. Saziyên peywendîdar di doza xwe de biser ketibûn û piştî vê encamê hemû tiştên di nava deryayê de hatibûn lêkirin, hatine xerakirin.
Rêxistinên ajalparêz ji ber pêkanînên dijyasayî yên bi delîlan hatine diyarkirin, wê giliyên rayedarên wezareta peywendîdar û klînîkên veterîneriyê bikin.
YOP ve HAKIMê di gilînameyên xwe de diyar kirine ku herdu fînmasiyên sax mane, divê demildest kontrola tenduristiyê li wan bê kirin û bên parastin. Lê derketibû holê ku beriya park bê girtin bi mehan ew birine navendeke din a fînmasiyan a li Antalyayê. (AÖ/FD)