Ozgur Radyo ji nû ve dest bi weşanê dike
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ozgur Radyo ku bi KHKa bi hejamara 666an ve di 4ê Cotmehê de hatibû girtin, îro saet 21:00an de ji nû ve li ser înternetê dest bi weşanê dike.
Kordînatora Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan derbarê mijarê de ji bianet’ê re axivî.
Okatan: Me soz dabû, em ê weşana xwe bidomînin
“Ozgur Radyo ji bo niha wê tenê bi ser înternetê ve weşanê bike.
“Wê çend roj şûnde ji guhdarkirina radyoyê programa telefonê jî were çêkirin. Em ê di rewşeke dijwar de weşana xwe pêk bînin. Wê kêmasiyên me jî hebin. Em li benda xweşbîniya guhdarên xwe ne.”
Okatanê ragihand ku wê naveroka bernameyên xwe zêdetir bikin û ji bo bernameyên bi Kurdî, Tirkî û Ermenenîkî jî xebatên wan dewam dikin. Okatan bo vê yekê ji guhdarên xwe jî piiştgirî xwest.
(EA/YO)
#İspanya'dan #Vietnam'dan #Filistin'den #Rojava'dan #Amed'den #Dersim'den geliyoruz
— Özgür Radyo (@ozgurradyo) 14 Kasım 2016
#Bugün21deÖzgürRadyo https://t.co/MBuj4OljVH pic.twitter.com/JuRK5209Tf