ÊRÎŞA LI SER HDPYÊ
Onûr Gencer, kujerê Denîz Poyrazê hatiye girtin
Onûr Gencer duh di îfadeya xwe ya li emniyete de gotibû, “Heke hin kesên din li wir bana, min ê gule bera wan jî bida.”

Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Onûr Gencerê ku bi çekan êrişî avahiya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kiribû û Denîz Poyraza HDPyî kuştibû sewqî edliyeyê kirine.
Dadweriya Cezayê biryara girtina Gencerî daye.
Bixwîne-Êrîşkar: “Heke hin kesên din li wir bana, min ê gule bera wan jî bida”
Li gorî Ajansa Anadolûyê duh(17ê Hezîrana 202an) îfadeya Onûr Gencer li Rêvebiriya Emniyeta Îzmîrê hatiye girtin û Gencerî di îfadeya xwe de gotiye, “Heke hin kesên din li wir bana, min ê gule bera wan jî bida.”
(EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.