Olîmpiyatên 2020an ji ber Koronavirusê hatine taloqkirin
Şînzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê aşkere kiriye ku wan û Komîteya Olîmpiyatan a Navnetewî bi hev re biryar daye û ew ê Olîmpiyatên 2020an taloq bikin.

Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şînzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê ji rojnamegeran re gotiye, wî pêşniyara taloqkirina Olîmpiyatan heta 2021ê pêşkêşî Thomas Bach, Serokê Komîteya Olîmpiyatan a Navnetewî kiriye. Abeyî destnîşan kiriye ku Bachî gotiye ew “ji sedî sed” weke min difikire.
Ji ber koronavîrusê ev demeke dirêje avahiyên sporan girtî ne û werzîşvanan nedikarîbû antremanan bikin.
Komîteya Olîmpiyatan a Navnetewî roja Înê aşkere kiribû ku ew ê mijara taloqkirinê binirxînin û di nava çar hefteyan de biryara xwe aşkere bikin.
Rêveberiya Japonyayê demeke dirêj e dixwest olimpiyat bê li dar xistin. Tokyoyê 10 milyar dolar ji bo olîmpiyatê veqetandibû.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.