Ocalanî bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk aniye
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê aşkere kiriye ku wan hevdîtinek bi Ocalanî re pêk aniye. Derbarê vê hevdîtinê de wê saet di 15.00ê de li Hotela Taxim Hillê civîneke çapemeniyê çê bikin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê aşkere kiriye ku wan di 2yê Gulanê de hevdîtinek li gel Abdullah Ocalan, Serokê PKKyê pêkaniye.
Parêzer derbarê vê hevdîtinê de wê îro saet di 15.00ê de li Hotela Taxim Hillê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Ji 11ê Îlona 2016ê heta niha destûra serdana Ocalanî nedihat dayîn. Herî dawî Mehmet Ocalan, birayê Ocalanî di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hevdîtinieke kurt li gel birayê xwe kiribû.
Leyla Guven, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, ji bo tecrîda li ser Ocalanî bê rakirin 180 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Piştî Guvenê, li derve û li girtîgehan gelek kesan bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kiriye. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.