NY: Li Xezeyê 45 hezar jinên ducanî bi xetereya mirinê re rû bi rû ne
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tekane rêya gihandina erzaq û alîkariyê ji bo xelkê Xezayê, pêkanîna agirbesteke bilez e.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de diyar kir ku li Xezeyê 45 hezar jinên ducanî û 68 hezar jinên ku zarokan dimêjîne bi krîza xurekê re rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber krîza mezin a xurekê ya li Xezeyê, jinên ducanî û yên zarokan dimêjîne bi metirsiya kêmxwînî, jehrîbûna ducaniyê, xwîn û heta mirinê re rû bi rû ne.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tekane rêya gihandina erzaq û alîkariyê ji bo xelkê Xezayê, pêkanîna agirbesteke bilez e.
(AS/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.