NY: 424 Kes di protestoyên li Iraqê de hatine kuştin
.jpg)
Di wêneyî de çi heye? Komek xwenîşander hene, di destê hinekan de alaya Iraqê heye. Dûman ji hin deran bilind dibe. (Wêne: AA/Arşîv)
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku di protestoyên li Iraqê de 424 kes hatine kuştin û bi qasî 9000 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor nûçeyeka Dengê Amerîkayê, Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NYê bi 183 kesan re danûstandina agahîyan kiriye û raporek hazir kiriye.
Li gor raporê bi tenê di navbera 5ê Mijdarê û 8ê Berfanbarê de li Iraqê 170 kes hatine kuştin û 2264 kesên din jî birîndar bûne.
Rapor dide zanîn ku nexweşxaneyên hejmara kuştîyan eşkere nake û dibe ku hejmara kuştîyan hîn zêdetir be.
Protestoyên li Irqê di 1ê Mijdarê de dijî hikûmetê dest pê kiribûn û di serî de li Bexda hin bajarên hîn jî didomin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan di 29ê Mijdarê de karvekişîna xwe ragihandibû.
(MB)
*Çavkanî: VOA Kurdish, news.un.org
**bia Kurdî ji ber çi dinivîse ka di wêneyan de çi heye: Ew kesên ku xwediyên pêdivîyên taybet in, bi amûrên teknîkî nûçeyan dixwînin û wêneyan nabînin. bianet ji wan re teswîr dike.