Nûçegîhanê Yenî Şafakê, nûçegîhanê ETHAyê weke hedef nîşan daye
Nûçegihanê Yenî Şafakê Taha Huseyîn Karagoz nûçegîhanê ETHAyê yê ku li herêma erdhejê nûçeyan dişopîne bi çêkirina nûçeyên ku naveroka wan nerast in sûcdar kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegihanê Yenî Şafakê Taha Huseyîn Karagoz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Bayburt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weke hedef nîşan daye. Baybûrt li herêmên erdhejê nûçeyan dişopîne.
Karagoz dîmenên nûçeyên ETHAê yên bi sernavên "Kesên ku dixwazin ji Meletiyê derkevin li balafirgehê rastî tûndkariya polîsan tên" û "Dewlet xwebexşên AFADê nagihîne herêma erdhejê" parve kiriye û gotiye, "Naverokên derew, berevajî û manîpulatîf" û nûçe bi Wezareta Navxweyî re parve kiriye.
Karagoz lînkên nûçeyên Bayburtê yên çend sal berê jî parve kiriye û gotiye, "Nûçeyên terorê yên berê yên xebatkarên ETHAyê."
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.