Nivîskarê Arti Gerçekê ji ber nivîsên wî hat desteserkirin
Polîsan bi ser mala nivîskarê Arti Gerçekê, Fadil Ozturkî de girt û ji ber nivîsên wî ew desteser kir.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan, li Izmîrê bi ser mala nivîskarê Arti Gerçekê, Fadil Ozturkî de girt û ji ber nivîsên wî ew desteser kir.
Li gor nûçeya Arti Gerçekê polîsên bi ser mala Oztûrkî de girtine û jê re gotine “ji ber te bi nivîsên xwe propagandaya rêxistina terorî kiriye, ji bo te biryara girtinê hatiye dayin.”
Hevsera Ozturkî, Berrin Ozturkê gotiye polîsan kompîter hart dîskên li malê birine.
Fadil Ozturk ji bo Navenda Polîsan ya Têkoşîna Li Dijî Terorê hatiye şandin.(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.