Neteweyên Yekbûyî dê ji bo guherîna îklîmê bicive

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civîna Bala ya Neteweyên Yekbûyî dê li New Yorka Dewleyên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li gor sieta Tirkiyeyê siet 17:00ê dest pê bike.
Aktîvîsta Swêdî Greta Thunberg jî dê di civînê de biaxive.
Pêşengên siyasî û civakî û karsaz dê di civînê de biaxivin. Axiftina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî dê siet 22.10ê be.
Erdogan dê di civîna bi navê Jiyan, Kar û Tevgerên Kesk de biaxive.
Greta dê piştî axiftina xwe biçe avahiya UNESCOyê û li ser krîza îklîmê daxwaznameyekê bide Komîsyona Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî.
Li gor rapora nû ya NYyê, 75 welat dê plana xwe ya çelekiyan a 2020ê nû bike.
ev welat dê plana xwe ya ji bo sala 2030 sala bê eşkere bikin: Arjantin, Kosta Rika, Meksika, Norveç, İsviçre, Ukrayna, Fransa, İspanya, Portekiz.
DYA, Şîlî û Kralîya Yekbûyî dê armancên xwe yên heya 2050yê eşkere bikin.
(PT/MB)
Ji bo dîtina bernameya civînê bitikînin.