NATO: Heke ku Tirkiye S-400an bikire wê nikaribe teknolojiya NATOyê bikar bîne

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heidi Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
Grantî got, her wiha ew ê destûrê nedin entegrasyona sîstema berevaniya S-400an bi teknolojiya NATOyê re bê çêkirin.
Wê çi bibe ji F-35an?
Li gorî nûçeya malpera Defence Newsê standina S-400an wê kirîna F-35an ku Tirkiye dixwaze bixe nava sîstema xwe ya berevaniyê.
Tirkiyeyê aşkere kiribû ku ji bo kirîna S-400an di her mijarê de wan û Rûsyayê li hev kirine.
Grantî diyar kir ku li hemberî kirîna S-400an a Tirkiyeyê, DYAyê hîna rêya ku wê bişopîne diyar nekiriye û wiha got:
“Em ê pêşiyê lê binêrin ku peyman dikeve meriyetê yan na û wê di dahatûyê de em û wan bi hev re karekî çawa bikin? Lê ji niha de ez dikarim bibêjim ku em ê ji bo sîstemên S-400an hevkariyê nekin.” (HK/FD)