Naomi Osaka bûye şampîyona USA Openê
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêşbirka lîstikên tenîsê ya bi navê USA Openê de Naomî Osaka bûye şampîyon.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêşbirka lîstikên tenîsê ya bi navê USA Openê de Naomî Osaka bûye şampîyon.
Lîstika dawiyê sietek û 19 deqîqeyan dom kiriye. Naomî Osakayê bi 6-2 û 6-4ê kariye Serena Williamsê.
Osaka yekem lîstikvana japonî ye ku bûye şampîyona USA Openê.
"Baş Lîst"
Reqîba Osakayê, Serena Williamsê gotiye:
“Osakayê baş lîst. Ev yekem tûrnûvaya wê bû.”
Osakayê jî gotiye:
“Min dizanî her kes ji bo li Serenayê temaşe bikin hatine. Ez xemgîn im ku lîstika me bi vî awayî qediya. Mala her kesên hatîn ava be.”
(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.