Muzîkjena ku rastî êrişa transfobîk hatiye: “Kolan yên me hemûyan e, em bicîh nahêlin!”
Melîs Yagmûr Hanzade, muzîkjena kolanan li Izmîrê rastî êrişa nefretê ya transfobîk hatibû. Hanzadeyê li cihê ku rastî êrişê hatiye daxuyaniyekê daye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Alsancaka Izmîrê 3 roj berê(3ê Kanûna Pêşiyê) Melîs Yagmûr Hanzade, muzîkjena kolanan rastî êrişa nefrete ya transfobîk hatibû. Hanzadeyê û hevalên xwe li cihê ku rastî êrişê hatiye kombûne û bûyera navborî protesto kirine.
Jina trans û muzîkjena kolanan gotiye: "Em îro û her roj li vir in. Kolan yên me ne, yên me hemûyan e, fêrbin em bicîh nahêlin." Her weha li cihê ku rastî êrişê hatiye stran straye.
Hanzadeyê di daxuyaniya xwe de weha gotiye:
"Ez hêvî dikim ku rojek beriya ku ez bêm kuştin û hevalên din ên trans ên wekî min bên kuştin, di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst pêk bê. Bi rastî em êdî ji herî kêm kesên ku me fêm dikin, helwestekê dixwazin."(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.