Mungan û Dundar ji bo hêjayî xelatê weke namzet hatin nîşandan
Esra Mungan û Can Dundar ji bo hêjayî Xelata Azadayiya Ramanê ya Sakharov ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê ve tê dayîn re weke namzet hatin nîşandan.

Ji bo nûçeya Tirkî
Ji bo hêjayî Xelata Azadayiya Ramanê ya Sakharov îsal ji Tirkiyeyê jî Berpirsê Weşana Giştî ya Cumhuriyetê û Alk. Doç. Dr. Esra Mungan weke namzet hatin nîşandan.
Dundar di, hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku ew û Esra Mungan bo hêjayî xelatê weke namzet hatine nîşandan.
Xelatê Sakharov
Vê xelatê ji sala 1988an vir ve didin parazvanên mafê mirovan. Xelat bi navê Andrey Sakharov tê dayîn û ew bi xwe jî xwediyê xelatê 1975 Aştiya Nobelê ye.
Di sala 1995an de Leyla Zana jî hêjayî wî xelatî hatibû dîtin.
(YY/YO)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.