Mizrakliyî danezana Wezareta Karên Navxweyî îmze nekiriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevşaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakliyî eşkere kir ku wî danezana Wezareta Karên Navxweyî îmze nekiriye. Wî got: “vî gelî ev wezîfe daye min, ji ber wê îmzekirina belgeyê dê bêrûmetî bûya.”
Bixwîne - Kayûm li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine tayînkirin
Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê, Mizrakli û desteya digel wî çûye şaredariyê. Polîsan rêya wan girtiye û ji wan re gotiye dema karî dest pê nekiriye ew nikarin derbas bibin.
Bixwîne - “Îradeya demokratîk hatiye kuştin”
Hevşaredarî eşkere kiriye ku piştî cihgirê walîyê Amedê wek qeyûm çûyî şaredarîyê ji wî hatiye xwestin ew belgeyê îmze bike lê wî îmze nekiriye.
“Heta yên hatîn erkdarkirin hêza xwe ji îradeya gelî nestînin, hemî sîstemên wan dê di çavên gelî de ne meşrû bin.”
(PT/MB)
HDPyê bertek nîşanî tayînkirina kayyûman daye

Baroya Amedê: Bila hemû Baro roja 2yê Îlonê werin Amedê

Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
.jpg)
“Îradeya demokratîk hatiye kuştin”
.jpg)
Kayyûm li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine tayînkirin
