Mîkaîl Aslan wê ji bo mexdûrên erdhejê bistirê
Konser wê di 2yê Nîsanê de li Dîdîmê pêk bê û Erkan Ogûr û Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû jî wê bibin mêvanê Aslanî.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîkaîl Aslan wê ji bo mexdûrên erdhejê li Dîdîmê konserekê li dar bixe. Konser roja 2yê Nîsanê wê li Navenda Çandê ya Nûrûllah Kocabiyikî ya Odeya Bazirganiyê ya Dîdîmê wê pêk bê.
Di 6ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6ê pêk hatibûn. Li gorî daneyên fermî zêdetirî 50 hezar mirovî can dabûn.
Konsera Mîkaîl Aslanî wê saet di 21.00ê de destpê bike û Cem Erdost Îlerî, Olcay Bozkûrt û Sertaç Şanli ligel wî derkevin ser dike. Her weha wê Erkan Ogûr û Îsmaîl Hakki Demîrcîoglû jî bibin mêvanên Aslanî û wê di konserê de hevkariya wî bikin.
Kesên ku bixwazin bilêtan bikirin dikarin telefonî 05357070790 bikin an jî roja konsere li gîşeyên Navenda Çandê ya Nûrûllah Kocabiyikî bikirin. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.