“Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê” wê destpê bike
“Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinê” ku ji aliyê Şanoya Mencelê ve tê organîzekirin di 21ê mehê de wê destpê bike. Her weha festîval sê rojan wê bidome.

“Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinê” di 21ê mehê de li baxçeyê HDPya Wanê bi vekirina pêşangeha wêneyan dê destpê bike.
Di çarçoveya bernameyê de êvarê jî ji Jin MAyê Nuray Balik li Salona Civînê ya Baroya Wanê konsereke pêşkêş bike.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî, wê saet 11.00an bi "Dîwana Amûran" li ser travertînên Elbakê dest bi bernameyê bê kirin. Bername, wê li Rêxistana HDPê ya Bajêr bi pêşandana "Dîwana Dengbêj" û "Strana Dayika Min" bi dawî bibe.
Di roja dawî ya mîhrîcanê de jî, wê li Otela Urartû, di saet 13.00an de kargeha drama bê lidarxistin. Mîhrîcan, wê di saet 19.00ê şeve de bi konsera Koma Aryen bi dawî bibe.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.