Meteorolojiyê ji bo bajarên herêmê hişyarî kir
Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên herêmê hişyariya barîna berfê kir.

Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 25ê Sibatê eşkere kir. Rêvebiriyê, ji bo bajarên herêma serhedê, Qers û Erdexanê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, rêvebiriyê xelkê herêma Serhedê li dijî qerisînê û hewayê sar hişyar kir û xwest bitevdîr bin. Ji bo deverên bilind ên bajarên Serhedê jî hişyariya ketina aşûtan hate kirin.
Li hinek bajarên herêmê wê germahiya hewayî wiha be:
Erzirom: -7 (°C)
Qers: -8 °C dê bi şev berf bibare
Meletî: 1 °C,
Wan: -4 °C
Amed: 6 °C
Dîlok: °C 6
Sêrt: 3 °C
Riha: 7 °C
Şirnex: -5 °C.
Tê payin di rojên pêş de germahiya hewayî zêde bibe.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.