Mesût Barzanî bi Yapicioglû, serokê HUDA PARê re axiviye
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglû û Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi telefonê axivîne.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu û Serokê berê yê Partiya Demokrasiya Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî bi telefonê axivîne. HUDA PAR wê di lîsteya Tifaqa Cûmhûr de beşdarî hilbijartinê bibe.
HUDA PARê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Serokê ME Yê Giştî Birêz Zekeriya Yapıcıoğlu bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê cenabê Mesûd Berzanî re bi têlefonê xeber da.”
Derbarê naveroka axavtinê de tu zanyarî nehatiye belavkirin.
Yapicioglû û Barzanî di Kanûna Paşiyê de li Hewlêrê civîyabûn.
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.