Meral Daniş Beştaş: Hingî ez hatime girtin di hucreyê de tecrîtkirî me
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beştaş di pêşnûmeya ku da Serokatiya Meclisê de daxuyand ku ew hingî hatiye girtin hê jî tecrîtkiri ye û di hucreyê de tê girtin.
Meral Daniş Beştaş di pêşnûmeya xwe de got ku her çiqas wê îtiraz kiribe jî destê wê kelepçe kirine û bi wî awayî sewqî Girtîgeha Silivriye kirine û ji roja hatiye girtin heta niha jî di hucreyê de bi tenê tê girtin. Daniş Beştaş ji Serokatiya Meclisê vê pirsî kir: “Helwesta we ya derbarê îşkenceya li parlementeran tê kirin çiye?”
Pirsên ku Meral Daniş Beştaş ji Serokatiya Meclisê pirsî ye wiha ne:
*Gelo agahiya we heye ku parlementereke endamê we ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin?
*Sedan polîs nîvê şevê avêtine ser mala parlementer de û wê binçav kirine. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
*Gelo agahiya we pê heye ku destê parlementera we hatiye binçav kirin?
*Gelo binçavkirin û kelepçekirina parlementerek îtibara meclisa we naşkîne?
*Agahiya we jê heye ku ez 15 roj in di girtîgehê de tecrîtkirî me?
*Gelo agahiya we ji rewşa parlementerên ku di girtîgehê de ne heye?
*Eger agahiya we tine be, hûnê derbarê mijarê de tu xebat bikin an na?
*Di vê dema guhertina makeqanûnê de endameke Komîsyona Makeqanûnê girtî ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
*Derbarê serbestberdana parlementeran de tu hewldaneke we heye?
(EKN/YO)