Malbata Onur Yaser Canî dê beşdarî dadkirina fermandarê polîsan bibe

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sala 2010ê Onur Yaser Can piştî ku li navenda polîsan hat tazîkirin û îşkence lê hatiye kirin. Wî gilîya polîsan kiriye lê giliya wî nehatiye qebûlkirin li ser vê yekê wî xwe kuştiye.
Fermandarê polîsên îşkence li Onur Yaser Canî kirî yê bi navê Hakan Aydin bi doza FETO/PDY(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) tê dadkirin, malbata Canî dê beşdarî dadkirinê bibe.
Parêzerê Onur Yaser Canî, Çigdem Şatê ji bianetê re eşkere kir:
“Polîsên di bin fermana Hakan Aydinî de bûn îşkence li Onur Yaser Canî kiriye û herweha dest dirêjiya cinsî lê kiriye.
“Bersûcî karê îşkenceyê û tinekirina delîlan bi têkiliyên rêxistî kiriye. “
Çi bûbû?
Piştî banga polîsan Onur Yaser Can du caran ji bo îfadedanê çûye navenda polîsan. Li Beşa Narkotîkê îşkence, mûameleya xerab û destdirêjiya cinsî li wî hatiye kirin. Dema ew ji bo cara sêyê hatiye vexwendin wî xwe kuştiye.
Dayika Canî, Hatîce Canê sala 2014ê xwe kuştiye.
Dema Onur Yaser Canî xwe kuştî 28 salî bûye dema dayika wî xwe kuştî 57 salî bûye.(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
