Mafparêzan qertên sala nû ji bo girtîyan şandin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Endamên Rêxistina Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) ji bo rojnameger, sîyasetmedar û mafparêzên girtî qertên sala nû şandin.
Wan kesên qert şandîn dirûşma “Bila di sala 2018ê de girtîgeh bêne xerakirin, bila girtî azad bibin” gotin.
Ji bo 150 kesên ku di civakê de wek sembolan in yên wek hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş, mafparêzê Osman Kavala, rojnamegerê Ahmet Şik qert hatine şandin.
Seroka Rêxistina Stenbolê ya IHDyê, Gulseren Yolerîyê diyar kir, ew dixwaze sala 2018ê bibe saleka welê ku ti Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de neyên îlankirin.
Yolerîyê got:
“Em îro dema ku dixwazin sîyasetmedarên îradeya gelî ne azad bin, em dixwazin hemîya gelî azad be.
“Em dixwazin rojnameger azad bin ji ber ku ew aktorên paşeroja gelî ne.
“em dixwazin mafparêz azad bin ji ber ku ew nîşan didin ka civak çi qasê hewceyî mafên mirovan in û ew mekanîzmaya wijdana gelî ne.”(TP/MB)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
