Mafparêz Husnu Ondul koça dawî kir
Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Husnu Ondul ji ber krîza dil koça dawî kir. Ondul yek ji wan kesayetên girîng bû ku li Tirkiyeyê ji bo mafan têdikoşîya.

Mafparêz, parêzer û nivîskar Husnu Ondul koça dawî kir.
Ondul li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqereyê emeliyat bûbû. Piştî ku dilê wî sekiniye birine beşa nexweşiyên giran û li wir koça dawî kir.
Agahiya mirina wî ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat ragihandin.
Agahiyên cenazeyê Ondul wê piştre bên eşkerekirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.