Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
Lijneya Giştî ya Meclisê ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder 2 roj navber da xebatên xwe.

Lijneya Giştî ya Meclisê, ji ber rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Meclisê Sirri Sureyya Onder, 2 roj navber da xebatên xwe. Hat ragihandin ku dê komîsyon xebatên xwe bidomînin.
Cîgira Serokê Koma AKPê Leyla Şahîn Ustayê biryar ragihand û got, "Bi awayeke hevpar biryar hat dayîn ku dê îro û sibe meclîs nexebite. Roj rojên hevgirtinê ne. Rojên wisa ne ku çi ji destên me tên dê em bikin."

Nexweşxane: Xetereya li ser jiyana Sirri Sureya Onder didome
16 Nîsan 2025
Onder, şevê din ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û hate emeliyatkirin. Emeliyat wî 12 saetan domiya. Xetereya li ser jiyana Onder didome.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.