Lijneya Bilind a Hilbijartinan eşkere kir: 410-415 deng dikarin biçin di yek sindoqê de
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) eşkere kir ka çend hilbijêr dikarin dengê xwe biavêje di heman sindoqê de.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) eşkere kir ka çend hilbijêr dikarin dengê xwe biavêje di heman sindoqê de.
Li gor biryarnameya di Rojnameya Fermî de hatî weşandin, 410-415 hilbijêr dê bikarin dengê xwe biavêjin di heman sindoqê de.
Li gundên ji 451 hilbijêran hindiktir lê heyîn, her kes dê dengê xwe biavêjin di heman sindoqê de.
Yildirimî gotibû dê di meha Nîsanê de be
Bînalî Yildirimê serokwezîr duhî gotibû di herdu hefteyên destpêkê yên meha Nîsanê de ji bo referandûmê deng dê bêne dayin.
Yildirimî eşkere kiribû Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) dê demê hilbijartinê eşkere bike.(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.