Li Zelandaya Nû êrîşên çekdarî pêk hatine: 49 kes mirine
Li bajarê Christchurchê yê Zelandaya Nû, êrîşên çekdarî birine ser du mizgeftan. Herî kêm 49 kes mirine. Piştî êrişan polîsan operasyon li dar xistine, di wesayitekê de teqemenî hatiye bidestxistin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herêma Hagley Parkê ya bajarê Christchurchê yê Zelandaya Nû, li gorî saeta herêmî di derdora 13.40 deqîqeyan de êrîşên çekdarî birine ser du mizgeftan.
Jacinda Ardern, Serokwezîra Zelandaya Nû aşkere kiriye ku li gorî zanyariyên dawiyê 49 kes mirine. Herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.
Polîsan teqemenî bi dest xistine
Polîsan piştî êrîş pêk hatine, li herêmê di wesayitekê de teqemenî bi dest xistine ku tê texmînkirin ya êrîşkarî be.
4 kes hatine desteserkirin
Kesekî xwe bi navê Brenton Tarrant daye naskirin û cil û bergên leşkerî li xwe kiriye, êrîş bi awayekî zindî weşandiye.
Di encama operasyonan de yek jê jin, çar gumanbar hatine desteserkirin. Scott Morrîson Serokwezîrê Avûstralyayê diyar kiriye ku yek ji wan welatiyê Avûstralyayê ye. (PT/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.