Li Zanîngeha Egeyê 15 xwendekar li ser hev 19 mehan ji perwerdeyê hatin dûrxistin
Li Zanîngeha Egeyê xwendekarên beşdarî xwenîşandanan bûyîn ji xwendinê hatin dûrxistin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dewra nû ya xwendinê, li Zanîngeha Egeyê bi cezayan dest pê kir.
Zanîngehê bi sê lêpirsînan li ser hev19 meh û hefteyek cezayê dûrketinajixwendinê da 15 xwendekaran û cezayê şermezarkirinê da xwendekarekî.
Ceza ji ber protestokirina van tiştan hatine dayin: Tûrnîkeyên li ber deriyê zanîngehê, teklîfa qanûnê ya ku AKPyê pêşniyar kiribû bila ew kesên tecawiz lê hatîn kirin bila bi tecawizkarên xwe re bizewicin û girtina wan endamên Halk Evlerîyê yên ku danezana demokrasîyê bilav kiribûn.
Hat diyarkirin ku li herêma zanîngehê bêyî destûra wê protesto hatiye kirin. (BK/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.