Li Yûnanistanê 4 rojnameger hatine desteserkirin
Rojnamegerên Almanî yên ku li Girava Sîsama Yunanistanê derbarê penaberan de belgefîlm amade kirine, heta 8 saetan desteserkirî mane. RSFyê bang li dezgehên Yunanistanê kiriye û jê xwestiye, demildest dawî li binpêkirinên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bîne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerên Almanî yên ku li Girava Sîsama Yunanistanê derbarê penaberan û guherîna sirûştê de belgefîlm amade kirine, heta 8 saetan desteserkirî mane û rastî muemelya xirap hatine. Larissa Rausch û Manolo Ty jî di nav rojnamegeran de bûne.
Rojnameger di dema amadekirina belgefîlmê de ji aliyê polîsan ve weke sîxur tên sûcdarkirin û polis wan dibin navendê. Dema ku polis dixwazin dest dayne ser ekîpmanên wan, rojnameger li dijî vê kiryara xirap derdikevin.
RSFyê şermezar kiriye
Rojnamegerên Sînornenas jî wêneyên rojnamegeran belav kiriye û bang li dezgehên Yunanistanê kiriye û jê xwestiye, demildest dawî li binpêkirinên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bîne.(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.