Li Yalovayê pisîkeka kûvî hatiye dîtin
Li Herêma Armutlûyê ya Yalovayê pisîkeka kûvî hat dîtin. Serokê Parkên Neteweyî, Serkan Erolî ji bianetê re got ji beriya niho bi tenê carekê pisîkeka kûvî hatiye dîtin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor dîmenên kamêreyên Wezareta Daristan û Avê, pisîkeka kûvî hatiye herêma Armûtlûyê ya Yalovayê.
Serokê Parkên Neteweyî, Serkan Erolî got dirûvên wê pisîkê baş nayên nasîn lê ji xelekên reş ên dûvikê pisîkê tê dîtin ku pisîkeka kûvî ye.
Erolî diyar kir ku pisîkên kûvî kêm têne dîtin, ji beriya niho di sala 2014ê de hatibû dîtin. (EKN/MB)
Pisîka Kûvî
Li gor malpera TRAMEMê, pisîka kûvî (Felis Silvestris) ji malbata pisîkan a (Felidae) ye. Li Ewropayê, Li Rojavayê Asyayê û Efrîqayê dijîn. Li cihên daristan û teht têne dîtin. Ji pisîkên edetî cidatir in: *Pêyên wan dirêjtir in, serê wan mezintir û mikoretir e. *Serê dûvikê wan fireh e. *Gelek kêm tên dîtin. |
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.