Li Xezeyê heta niha 41 hezar û 455 kes mirine
Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 41 hezar û 455 kes mirin û 95 hezar û 878 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 353 rojan aşkere kirin.
Her weha li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li Xezeyê “sê êriş” pêkanîne. Di encama van êrişan de 24 filistînî mirin û 60 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 41 hezar û 455 kes mirine û 95 hezar û 878 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.