Li Xezeyê heta niha 37 hezar û 266 kes mirine
Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 37 hezar û 266 kes mirin û 85 hezar û 102 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 252 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxûyaniya wezaretê artêşa Îsraîlê di êrişên 10 rojên dawî de 716 filistînî mirine û 2 hezar û 149 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li herêmên cûda çar êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 34 filistînî kuştin û 71 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 37 hezar û 266 kes mirine û 85 hezar û 102 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.