Li Xezeyê heta niha 34 hezar û 183 kes mirine
Di 24 saetên dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê 32 kes mirin. Her weha di encama êrişên 10 rojên dawî de 469 kes mirine.

Di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 34 hezar û 183 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 200 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de 32 filistînî kuştin û 59 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 34 hezar û 183 kes mirine û 77 hezar û 143 kes jî birîndar bûne.
Her weha di encama êrişên 10 rojên dawî yên Îsraîlê de 469 kes mirine.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AD/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.