Li Wanê wesayita penaberan qeza kiriye: 15 kes mirine
Li navçeya Qerqelîyê ya Wanê mînîbaseka penaberan qeza kiriye. 15 penaberên di wesayitê de mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Qerqelîyê(Ozalp) ya Wanê mînîbaseka penaberan qeza kiriye. 15 penaberên di wesayitê de mirine, 28 kesên di heman wesayitê de jî birîndar bûne.
Piştî wesayit ji rêyê derketî qulipîye. Dema qulipî gelek kes ji wesayitê ketine derve.
Birîndar ji bo nexweşxaneyên Wanê hatine şandin.
Walîtîya Wanê daxuyandiye ku hê ne eşkere ye ka ji ber çi wesayitê qeza kiriye.
(AO/MB)
Çavkanî: DHA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.