Li Wanê şer: 6 leşkeran canê xwe ji dest dan

Ji bo nûçeya Tirkî
Li nêzî gundikê Gulîzerê ku girêdayê navçeya Ebexê ya Wanê ye, dema wesayîta leşkerî derbas dibû, bombeya ku ji hêla hêzên PKKê ve hatibû bicihkirin teqîya û pişt re jî bi roketan êriş hat kirin. Di encama êriş û teqîna pêk hat de 6 leşkerên tirk canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên bidestketî, hat ragihandin ku piştî êriş û teqînê Fermandarê Leşkeran a Navçeyê Kivanç Cesur û 3 leşkerên din canê xwe ji dest dane û 1 jê giran 4 leşker jî birîndar bûne.
4 leşkerên birîndar dema bi helîkopterê dibirin nexweşxaneyê, 2 ji wan canê xwe ji dest dan.
Li herêma ku şer pêk hatiye de hêzên PKKê duh destê sibehê 10 TIRan jî şewitandibûn.
Sererkaniya tirk bi daxuyaniyek ragihand ku riya Bazîd-Ebex-Agiriyê ji hêla hêzên PKKê ve hatiye girtin û 10 TIR hatiye şewitandin; saet 17:00an de wesayîta zirxî ji bo mudaxeleyê çûye cihê bûyerê lê rastî êrişa bombeyî hatiye û di encamê de 6 leşkeran canê xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.
(EKN/YO)